Hevserokê Meclîsa Kurdistaniyên Azad a li Berlînê (Nav Berlîn) Huseyîn Yilmaz ji ANFê re axivî û got:

Di çarçoveya kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ çalakî, konferans û mîtîng têne pêkanîn.

Di asta herî bilind de, wê li Kolnê, di 17ê Sibatê de meşeke navendî werê pêkanîn.

Bi sed hezaran kes wê li Kolnê werin cem hev.

Em ê li dora Rêberê xwe kom bibin û diyar bikin ku êdî dema azadiya fîzîkî hatiye.

Husyein Yilmaz anî ziman ku li Berlînê jî amadekariyên ji bo meşê qediyane û got,

Otobus hatin amadekirin. Serdana mal, dikandar û civînên gel hatin kirin.

Gelê Kurd wê tevî dostên xwe li Kolnê bin û li dora Rêber Apo kom bibin.

Weke Meclîsa Nav-Berlînê di 16’ê Sibatê saet di 23:00 de bi otobusan derkevin rê û biçin Kolnê.