Bi hezaran kesên li Berlînê li dijî  25’emîn a salvegera qedexeya Elmanya ya PKK’ê daketibûn kolanan, hemû qedexeyên Elmanya têk birin; dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ qîrkirin, wêneyên Ocalan û alên PKK, YPG û YPJ’ê hildan.

Bi banga ji 70’yî zêdetir saziyên civaka sivîl, akademîsyen û parêzvanên mafê mirovan li Berlînê bi hezarAn kes li qada ‘Alextenderplatz’ saet 13:00’an bi dirûşma ‘Daxwaza azadiyê nikare were qedexekirin, li dijî yasaya Polîsan, qedexeya li ser PKK’ê û nîjatperestiyê têkoşîna hevpar’ hate kirin.

Li gel Kurdan Elmaniyên ku bi girseyî tevlî çalakiyê bibûn qedexeya dewleta Elman a 26’ê Mijdara 1993’an ve li qedexe li ser PKK’ê îlan kirî protesto kirin, daxwazî hate kirin ku dawî li krîmînalîzekirina li ser aktivîstên Kurd û demokratên çep tê kirin bînin.

Meşa ku ber bi avahiya Roteshaûs a avahiya şaredariyê ya herî mezin a Berlînê ve kete tevgerê, Bi pankarta ‘PKK aîdê Elmanyayê’ ye ku sala 2014’an rojnameya Taz weke manşet bikar anîbû dest bi meşê hate kirin. Xwepêşandana ku ji bo bal bikişînin ser qedexeya dewleta Elman a li ser Tevgera Azadiya Kurd hate kirin, dowîzên bi nivîsên ‘PKK tevgerek e’, ‘PKK tevgereke ya jinê ye’ û ‘PKK antî-faşîzt e’ bilindkirin.

NERAZÎBÛNÊ TUND RABERÎ BIRYARA DYA’YÊ HATE KIRIN

Her wiha di xwepêşandanê de çalakvnana nerazîbûn nîşanî biryara DYA ya li dijî sê pêşengên tevgera azadiya Kurd jî hatibû girtin da. Ji bo di meşê de dowîzên ‘Em hemû Cemîl Bayik in’, ‘Em hemû Mûrat Karayilan in’ û ‘Em hemû Dûran Kalkan in’ hildabûn.

Xwepêşanderan anî ziman ku wê di kesayeta Karayilan, Bayik û Kalkan de xwedî li tevgera azadiya Kurd derbikevin. Di axaftinên tevhî meşê de hatin kirin jî hate gotin ku têkoşîna azadiya Kurd rewa ye û nayê krîmînalîzekirin.

QEDEXEYÊN DEWLETÊ Û HIŞYARIYÊN POLÎSAN BÊKÊR BÛN!

Meşa ku ji 5 hezarî zêdetir kes tevlî bûn li gel Kurdistaniyan, Tirkiyeyî, Elman û komên qelebalix ên ji gelên cuda jî cihê xwe girtibûn. Di tevahî meşê de dirûşmên ku êdî zextên dewleta Elman û pêkanînên wê yên antî-demokratîk diçin berfireh dibin bêkêr bûne. Bi dowîz û alên ku hildane ev vekirî raxistin ber çavan.

Li ser qedexeya dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ya sala borî rêveberiya eyaletê qedexe kiribû, polîsan pêşiya meşê girtin û xwestin meşê rawestînin. Polîsan bi Elman  û Tirkî hişyariya ‘Dema ku ev dirûşim bê qîrkirin, em rênadin meşê’ kirin.

AL MEZIN A PKK’Ê HATE VEKIRIN

Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ li kolanên Berlînê olan da. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan. Bi dawîbûna meşê re jî ala mezin a PKK’ê hate vekirin. Tevî ku polîsên Elman israr kirin jî lê ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve ti wateya van qedexeyan nemabû. Bi vê yekê re polîsan bi komeke mezintir êrîş kir, berxwedana girseyê dom kir û heta gihişte qada mîtîngê.

Tevî hinek cihan êrîşên polîsan dijwar jî bûn lê xwepêşanderan nehatin lîstikên provakatîv.

Di saetên şevê de meş bi mîtîngek kin a li qada ‘Speewaldplatz’ ya navçeya Kreûzbergê hate kirin û şûn ve bi dawî bû. Di axaftinên mîtîngê de hatin kirin hate gotin ku divê hikûmeta Merkel hevkariyên xwe yên li gel rejîma Erdogan bi dawî bike, firotina çekan a Tirkiyeyê bi dawî bîne.