Operasyon şeva Duşemê pêk hat. Berdevkê Wezareta Karên Hundir Saad Maan ragihand ku li Bexdayê çar kilûbên şevê ku rûlet û blakjack lê tê lîstin, ji aliyê polîsan ve hatiye hedefgirtin.

Hat ragihandin ku jin jî di nav de 159 Iraqî û 32 kesên biyanî hatine destgîrkirin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de di rêjeyek girîng de jî pere desteser kirine.

Li Iraqê di meha Remezanê de, firotin û mezaxtina alkolê qedexe ye. Her çendî ku firotina alkol weke qanûnî hatibe sererastkirin jî, di civakek muhafazakar de mezaxtina wê baş nayê dîtin. Bi temamî qedexekirina alkolê jî car car tê rojevê.

Herî dawî beriya ku meha Remezanê destpê bike roja 4’ê Adarê gumrukan ragihand ku îthalata alkolê hatiye qedexekirin.

Lê di rojên piştre de li Bexdayê dikanên alkolê ku piranî yên Xristiyan û Êzidiyan e, alkol hate firotin.