HDP’ê li Cizîrê bi tevlîbûna hezaran kesî buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterên HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û ji bo qeyûman got; “Ev diz in û talanker in.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîr a Şirnexê bi beşdarbûna hezaran kesî buroya hilbijartinê vekir. Malbatên ku di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de xizmên wan şehîd bûbûn beşdarî vekirina buroyê bûn.

Piştî ku namzetên hevşaredariya Cizîrê yên HDP’ê Bêrîvan Kûtlû û Mehmet Zirîg, parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û endamên partiyê hatin qadê, coşa gel bilind bû. Jinan bi cilên neteweyî û endamên partiyê govend girtin û piştre axaftin hatin kirin. Namzeta hevşaredariyê Bêrîvan Kûtlû axaftinek kurt kir û dirûşmeya ‘Cizîr bi we serbilind e’ hate berz kirin. Kûtlû jî bersiva girseyê da û got ‘Em bi Cizîrê serbilind in.”

Piştre parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş axivî û qala rewşa Leyla Guven û girtiyan kir. Ozguneş diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li ser hemû gelan e û berxwedêrên grevên birçîbûnê silav kir.

Ozguneş qala karên qeyûman jî kir û got; “Li Şirnexê qeyûman bi mîlyonan TL şaredarî deyndar kir. Ev diz in û talanker in.”

Ozguneş di dawiya axaftina xwe de Hevserokên Meclîsa Gel ên Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel bi bîr anî. Girseya gel dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Cizîrê’ berz kirin.

Piştî axaftinan girseya gel bi hev re govend gerand û bernameya vekirina buroyê bidawî bû.

LI BAJAROKÊ KARALAR NAMZET HATIN NASANDIN

HDP’e li bajarokê Karalar ê navçeya Hezexê namzetên hevşaredariyê Muzeyyen Înan û Nûrî Oz da nasandin. HDP’yiyan bi karwanekî wesayîtan çûn navçeyê û gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da. Welatî û endamên partiyê li avahiya partiyê li hev civiyan û govend girtin. Piştî ku namzetên hevşaredariyê hatin nasandin bername bi dawî bû.