Li Dêra Zorê, endamê eşîra El Anbazê Ebdulcelîl El Salih El Hemed bû hedefa êrişeke çekdarî. Dİ encamê de birîndar bû.

Li bajarê Dêra Zorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yek ji pêşengên eşîra El Enbaz ku ser bi eşîra El-Egîdatê ye Ebdulcelîl El-Salih El-Hemed bû hedefa êrişeke çekdarî.

El-Hemed ê ku li bajarokê Xeşam ê li rojhilatê Dêra Zorê dimîne, li herêma El Ezbe yê di encama êrîşa guleyî ya hinek kesên bi motosîklêt de birîndar bû.

El-Hemed li Nexweşaneya Hesekê tê dermankirin.