Ji 27’ê Mijdarê ve li dijî tecrîd û azadiya fizîkî ya rêber Apo li zindanan çalakiya greva birçîbûne didome.
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî gel bi nobedên azadiyê piştgiriyê didin girtiyan.
Piştgiriyêk jî ji Rojavayê Kurdistanê ji bo girtiyan hat.
Bi pêşengiya Însiyatîfa Gel a Ji bo azadiya Rêber Apo li Dêrikê greva birçîbûnê destpêkir.
Li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan konê çalakiyê hat vedan. Bi sedan kes beşdarî çalakiyê bû.
Endamê Însiyatîfa Gel a Dêrikê Mihemed Seîd serkeftin ji herkezira xwest û got emê tecrîdê tekas bişkînin.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan û dayika şehîd Hevrîn Xelef, Suad Mistefa jî tevlî çalakiyê bû.
Piştî axaftinan hûnermen derketin ser dike,stran û helbestê xwe pêşkeşî çalekvanan kirin.
Komîteya Amadekar da zanîn ku hemû bajar û navçeyên Herêma Cizîrê wê bi dorveger tevlî çalakiyê bibin.