KCK: Divê Kurd û gelên li Kurdistanê hemû zanibin, êrîşên nû yên dagirkeriyê wê bingehê ji komkujî û qirkirinên nû re ava bike û em bang dikin ku bi ruhê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, der barê êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya komîteyê de hate gotin, “Artêşa Tirk li dijî herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke nû ya dagirkeriyê kiriye. Roja ku li Parlamenta Başûrê Kurdistanê hilbijartina Serokatiyê dihate kirin, her wiha roja ku Serokkomarê Iraqê serdana Tirkiyeyê kir vê êrîşê dest pê kir. Bi vê yekê re peyam hem ji Başûrê Kurdistanê hem jî ji Iraqê re hatiye dayin. Lê belê ne hikumeta Iraqê ne jî rêveberiya Başûr li dijî van êrîşan helwestek nîşan nedan û heta niha daxuyaniyek nedane. Weke ‘operasyoneke li derveyî sînor a li dijî PKK’ê’ ji nedîtî ve hatine.

Yên dibêjin, ‘êrîş li dijî PKK û gerîla ye’, dikevin xefika lîstika qirêj û operasyona xapandinê ya faşîzma AKP-MHP’ê û ji berpirsyariya nîşandana helwest û berxwedana li dijî dagirkeriyê direvin. Divê ev rastî were zanîn; desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi êrîşa dijî PKK û gerîla re êrîşî Kurdistanê dike. Ya ku bi destê DAÎŞ’ê nekarî bike niha bi destûra hêzên herêmî û navneteweyî dixwaze bi xwe bike. Erdogan sala 2014’an bi destê DAÎŞ’ê ji Başûr û ji bejahiyê ve dest bi êrîşeke qirkirin û dagirkeriyê kir. Ji ber ku bi ser neket vê carê ji Bakur û ji çiya ve dest bi êrîşê kir. Êrîşa ji Başûr û ji bejahiyê ve dest pê kir ne tenê êrîşeke leşkerî bû, tevî êrîşa leşkerî êrîşeke welê bû ku dixwest ji aliyê aboriyê ve jî têk bibe.”