Ji aliyê Partiya Civaka Demokratîk ve cara yekem pergala hevserokatiyê ket jiyanê û ji bo hevserokatiyê jî Ahmet Turk û Aysel Tugluk hatin hilbijartin. Lê bi biryara YSK’ê dawî li pergala hevserokatiyê hat anîn. Ji bo demekê ji bo serokatiya giştî Ahmet Turk tenê hat hilbijartin. Di 11’ê Kanûna 2009’an de bi girtina DTP’ê re Aysel Tugluk û Ahmet Turk di KCD’ê de pergala hevserokatiyê xistin jiyanê. Piştî vê li dijî hevserokatiyê êrîş zêde bûn.

Piştî OHAL’ê bi KHK’ya hejmar 674 re di 11’ê îlona 2016’an de qeyûm tayînî 95 şaredariyên DBP’ê hatin kirin û bi dehan hevşaredar hatin girtin. Di nav de hevşaredara bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî heye 32 hevşaredar hatin girtin û 21 hevşaredar jî wek hukumxwar di girtîgehê de tên girtin. 54 hevşaredar jî beyî girtî tên darizandin.

37 navend hatin girtin

Piştî tayînkirina qeyûman mekanîzmayên ji bo wekheviya zayendî ya civakê hat avakirin jî holê hatin rakirin û 37 navendên jinan ên girêdayî şaredariyên DBP’ê jî hatin girtin. Saziyên jinan dewrê KADEM’ê ya ku di rêveberiya wê de Summeye Erdogan heye hatin kirin. Beşek van saziyan kirin qursên Quranê an jî daîreyên birîna mehrê.

Di demên dawî de jî beriya hilbijartinan operasyonên binçavkirin û girtinê li hemberî jinan didomin.

Di siyasetê de hebûna jinan

Rêvebera HDP’a Wanê Nesîbe Akdag êrîşên li hemberî jinan nirxand û anî ziman ku newekheviya zayenda civakî yek ji pirsgirêka herî sereke ya pêvajoyê ye û wiha got: “Jin li her derê têkoşîna jiyanek nû didin. Ji bo di qada siyasî, civakî, çandî û aborî de wekhevî pêk bê, rolên zayenda civakî ji holê rabin, keda jinê bê dîtin divê hewldan pêk bên. Bo vê hebûna me jinê ya di siyasetê de gelek girîng e.”

Berxwedan hêj didome

Di axaftina xwe de Akdag diyar kir ku newekheviya jin û mêr çavkaniya hemû bêdadiyên civakê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo em bibin xwedî gotin divê em di hemû saziyên siyasî û mekanîzmayên biryarê de nûneriya jinê pêk bînin. Bi OHAL’ê re hemû qada jiyana jinan hedef hatiye girtin. Pergal li ser jinan disekine û dixwaze jina makul ava bike. Ji ber vê desthilatdariya mêr tu car pergala hevserokatiyê qebûl nekiriye. Herî zêde jî berê xwe daye vê qadê. Gelek hevalên me niha di girtîgehê de ne. Hewl didin jinan bînin asta ku nikarin bixebitin. Lê me tu car serî netewand. Em têk neçûn. Emê îro jî serî netewînin û têk neçin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin.”