Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê Lîsa Montgomery ya 52 salî li girtîgeheke federal a Indîanayê hate darvekirin.

Beriya niha Dadgeha Bilind destûr dabû ku Montgomery bi şev were darvekirin.

Lîsa Montgomery 2004’an ji bo ku fetûsa wê bidize jineke ku bi 8 mehan ducanî bû, kuştibû.

Montgomery ku nedikarî bibe xwedî zarok, kesa ku wê bikuşta pêşî di ser înernetê re tespît kiribû, piştre çûbû mala wê, ew xeniqanidibû û kuştibû. Piştre malzaroka wê vekiribû, pitika wê biribû û pitik jî di nav xwînê de hiştibû û çûbû.

Bi biryara federal herî dawî 1953’an jinên bi navê Brown Heady û Ethel Rosenberg hatibûn darvekirin.