Li Edeneyê di operasyonên qirkirina siyasî de 24 kes hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirkiyeyê vê sibehê girtin ser gelek malan. Di çarçoveya lêpirsînekê de polîsan girtin ser malan. Polîsan deriyê hin malan şikand û dest danî ser alavên dîjîtal ên li malan.

Piştî lêgerîna li nav malan, 24 kes hatin destgîrkirin. Kesên ku hatin destgîrkirin piştî kontrola tendirustiyê birin Şaxa Siyasî ya Gerînendetiya Emniyetê ya Edeneyê.

Hate ragihandin ku 24 kes ji ber ‘propagandaya rêxistinê’ hatine destgîrkirin.