Îro li Qada Kawa ya li Efrînê di navbera komên çete yên Ceyş El Şarqiye û Ceyş El Îslam ya alîgirên devleta Tirk a dagîrker de şerekî dijwar dest pê kir.

Hate ragihandin ku di şer de çekên giran tên bikaranîn û şer berbelavî  Newroz bûye. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku li qada Kawa û Newroz di şerê di navbera çeteyan de gelek kuştî hene. Çete diyar dikin ku di şer de kesek miriye.

Tê îdîakirin ku şerê çeteyan ji ber kuştina serçeteyê Ceyş El Şarqiye ji aliyê koma çeteyan a Ceyş El Îslam ve derketiye.