Li gorî rapora ku ji aliyê Bernameya Xurekê ya Dinyayê (WFP) ya girêdayi Netewên Yekbûyî (NY), ji sala 2013’an heta meha Sibata îsal li Komara Efrîqaya Navîn ku şerê navxweyî lê didome bi mîlyonan kes birçî ne.

BI GIŞTÎ JI SÊYAN DUYÊ WÊ PÊVIDIYA WAN BI ALÎKARIYÊ HEYE

Li gorî rapora WFP’ê piştî hilweşandina Serokê Dewletê Françoîş Bozîze ya sala 2013’an, li Komara Efrîqaya Navîn ji ber şerê navxweyî pirsgirêkek mezin a birçîbûnê heye. Ji 4.5 nifûsa wê herî kêm 1.8 mîlyon birçî ye.

Di raporê de hate gotin ku hejmara kesên pêdiviya wan bi alîkariya erqazî heyî herî kêm 2.9 mîlyon e û nivê vê jî zarok in.

Di raporê de pirsgirêka ewlehiyê ya li welêt hate destnîşankirin ,ku tevî îmzekirina peymana aşitiyê ya meha Sibatê jî pirsgirêkên ewlehiyê didomin. Berdevkê WFP’ê Hervé Verhoosel ku rapor eşkere kir banga pêkanîna şertên peymanê li 14 komên çekdar kir, ku peyman îmze kirine û hikûmetê pejirandiye.

TEVLÎ LIHEVKIRINÊ ŞERÊ DI NAVBERA KOMAN DE DIDOME

Beriya şerê navxweyî ku nifûsa Komara Efrîqaya Navîn nêzî 5.1 mîlyon bû, piştî 2013’an herî kêm 600 hezar kesan xwe spartin welatên cîran. Peymana aşitî ya ku meha Sibatê hatî îmzekirin jî pirsgirêka ewlehiyê ya li welat ji holê ne rakir. Ji destpêka şerê navxweyî heta niha 8 caran peyama aştiyê hate îmzekirin.