Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin.

Li Silopiya jî Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir 5’ê Çileya 2015’an di dema berxwedana rêveberiya xweser de hatin qetilkirin.

6 jinên şoreşger li Êlihê bi daxuyaniyekê hatin bîranîn.

Gelek jin beşdarî bîranînê bûn.

Hevseroka DBP’ê ya Êlihê Mehdiye Demîr, diyar kir ku tevî ku dem derbas bûye kujer nehatine eşkerekirin.

Mehdiye Demîr diyar kir ku jin bûne hedef û qetilkirin û wiha got:

Em soz bidin, em ê li dijî zilmê bisekinin.

Em careke din dibêjin, em ê heta serkeftinê li dijî polîtîkayên qirêj ên hewl didin van komkujiyan veşêrin têbikoşin.

Em zîhniyeta qetlîamker û mêtinger careke din lanet dikin, berdêla wê çi dibe bila bibe, tu carî tawîz nadin.

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu jî wiha got:

Piştî komkujiya li Parîsê, li Kurdistanê qedexeya derketina derve hat îlankirin û li nava kolanan komkujî çêbûn.

Aqilê dewletê ku li Parîsê gule reşandin, ji ber ku ji jinan ditirsin êrişî jinan kir.

Em ê li dijî hemû êrişan li ber xwe bidin.

Soza me ya ji bo kesên hatin qetilkirin ev e çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin.

Navnîşana çareseriyê niha li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye.

Ger hûn dixwazin ev xwîn bi dawî bibe, bila hevdîtinên Îmraliyê dest pê bikin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.