Li Girava Lombok a Endonezyayê bi pileya 6,3’an erd hejiya. Lê hêj encamên erdhejê zelal nebûne.

Li gorî Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYA (USGS)’ê, erdhej 7 kilometre di bin rûyê erdê de pêk hatiye.

Beriya niha 5’ê Tebaxê bi pileya 6,9 erd hejiyabû û 430 kes miribûn.