Li bajarê Bern ê Swîsreyê li ser banga Partiya Yekîtiya Demokrat, PYD’ê mîtîng hat lidarxistin.

Di mîtînga ku gelek kes beşdar bûn de li ser navê nûnertiya PYD’ê ya Swîsreyê Abbas Omer axivî.

Omer komploya 9’ê cotmehê şermezar kir, diyar kir ku şoreşa rojava berhemê keda Rêber Abdullah Ocalan’a û got: Rojava destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê ye. Sedemê êrîşên hovane yên dewleta Tirk ev e. Lê divê baş bizanibin ku ew ê ti carî bi ser nekevin.

Li Bajarên Almanya Gîsen û Sarbrukenê jî li dîjî êrişên ser Rojavayê Kurdistanê mîtîng hatin lidarxistin.

Di mîtîngan de hat gotin ku çawa DAÎŞ’ê têk birin ew ê dewleta Tirk a qîrker û qayînên pişta xwe spartine wê jî têk bibin, serketin wê para gelê Kurd be.

Li bajarek din a Swîstreyê, Lûzernê jî li dijî komploya 9’ê cotmehê çalakî hat lidarxistin.

Di çalakiya ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger hat lidarxistin de axaftin hatin kirin, li ser jîyan û têkoşîna rêber Abdullah Ocalan sînevîzyon û li ser bêdengiya raya navneteweyî li hember tecrîdê şano hat temaşekirin.

Di axaftinan de bang li herkesî hat kirin ku tevlê pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bibin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî li dijî komploya 9’ê cotmehê meş û mîtîng hat lidarxistin.

Bi sedan kes beşdarî çalakiya ku li ber parlamenta Ontarîoyê destpêkir bûn.

Çalakvan ji ber parlamentê heta Balyozxaneya Emerîkayê meşiyan.

Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin, êrîşên dagirkeriyê hate şermezarkirin.