Li Elmanya Duîsburgê, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk -DKTM û Navenda Civaka Demokratîk ya bajrê pîrozbahî hate pêkanîn.
Piştî rêzgirtinê, siyasetmedar Ahmet Aktaş û Hevseroka Komeleya Malbatên Şehîdan-KOMAW Fatma Ozer axaftin kirin.
Piştî axaftinan peyama MLKP a Dûîsbûrgê hate xwendin.
Piştî axaftinan hunermendan stran gotin û girse govend girêda.
Şahî heta dernegiya şevê dewam kir. Li Sydney
Li Avusturalya, bajarên Sydney û Innsbreuckê, salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê bi girseyî, hate hate pîroz kirin.
Piştî rêzigtinê, axaftin hatin kirin û hate gotin ku Gelê Kurd bi PKKê bû xwedî îrade û dest bi têkoşînê kir. Divê ji bo azadiya Kurdistanê ji her demê bêhtir, Kurd li dora Rêber Apo û PKK’ê bibin yek.
Piştre hunermandan stran gotin û gel jgovend girêda.
Li Elmanya bajarê Kolnê. bi tevlîbûne Kurdistanên li bajarên Bonn, Aachen, Duren, Mechenheîm, Eûskîrchen, Troîsdorf, Bergîsch Gladbach û Leverkûsen, salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê bi girseyî û coşeke mezin hate pîroz kirin.
Li payîtext Berlînê, bi pêşengiya Jinê a DEST-DAN û NAV-Berlînê (Meclîsa Azad a Kurdistanê) salvgera 45mîn a demezirandina PKK’ê bi şahiyekê hat pîrozkirin
Şahî bi stran û girêdana govendê û diruşmeyan bi dazî bû.
Li Swisre paytexta Kantona Ticino, bajarê Bellinzonay, salvegera 45’an a damezrandina PKKê û li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî hate pêkanîn.
Li Frensa bajarên, Strasboûrg û Montpellierê jî, salvegera damerandina PKKê- Cejna Vejînê, bi coşeke meinz hate pîroz kirin.
Di pîrozbahiyan de, peyama Tevgera Jinên Kurd ya Ewropa jî hate xwendin.