Li Faraşînê şer: Leşkerên kuştî û birîndar hene

Li Faraşînê şer: Leşkerên kuştî û birîndar hene

Li herêma Faraşînê ya Êlkê di navbeyna hêzên gerîla û artêşa Tirk de şer derket. Jêderên xwecih gotin leşkerên kuştî û birîndar hene. Hate gotin li Qilebanê jî haziriya operasyonê heye.
Li Faraşînê ya Êlkê ya Şirnexê, di navbeyna artêşa Tirk de, ku operasyon dabû destpêkirin û hêzên gerîla de şer derketiye. Li gorî agahiyên jêderên xwecih di şer de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn. Piştî şer li navenda Şirnexê konvoyeke ji 40 wesayitî pêk hatî birin Êlkê.

LI QILEBANÊ HAZIRIYA OPERASYONÊ
Li hêla dî, li gorî agahiyên jêderên xwecih artêşa Tirk xwe hazir dike ku operasyonê bibe ser herêma Kaşûra ya Qilebana Şirnexê. Hate gotin ji bo tevlê operasyonê bibin cerdevanên gundên Elemûn, Şîfrezan, Aşûtê, Arûşê li taburan Elemûnê û yên Yekmalê, Hedrîsê, Mergehê, Nêvrehê û Sêgirkê li tabûra Yekmalê (Xabur-2) civiyane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPGê derbarê mijarê hê ti daxuyanî nedaye.

NAVNÎŞANÊN ME

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ