Dostên Kurdan ên li Fînlandiyayê ji bo balê bikişînin ser êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê çalakî li dar xistin.

Însiyatîfa bi navê “Frîends of Rojava Turku” (Hevalên Rojava li Turku) ji Çileya 2019’an ve ji bo piştgiriya gelê Kurd çalakiyan li dar dixe.

Di vê çarçoveyê de xwepêşandan, nîşandana fîlman, meş û belavkirina posteran organîze dike.

Însiyatîf giraniyê dide ser kampanya ji bo boykotkirina Tirkiyeyê.

Di vê çarçoveyê de qirkeriya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd bi bîr dixîne û ji gelê Fînlandiyayê dixwaze ku ji bo betlaneyê neçe Tirkiyeyê.

Her wiha bang li fîrmayên Fînlandî jî dikin ku alavên xwe li Tirkiyeyê amade nekin û dawî li têkiliyên xwe yên aborî yên bi Tirkiyeyê re bi dawî bikin.