Di 1ê Gulanê de li seranserê welêt li zêdetirî 300 cihan çalakî hatibûn plankirin. Sendîkayan diyar kirin ku ew ê li dijî reforma teqawidiyê ya ku temenê teqawidbûnê ji 62 salî derdixe 64 salan wê bibe rojeke dîrokî.

Li gorî rojnameya Le Figaro, heta nîvro, herî kêm 278. 000 kes daketine kolanan. Meşên dirêj jî hê dest pê nekiriye.

Polîs li benda 500 hezar heta 650 hezar kesî ye. Li gorî sendîkayan wê bi milyonan kes dakevin qadan.

Rayedaran 5 hezar jê li Parîsê 12 hezar polîs û jendirme seferber kirin.

Li Lyonê ya ku 15 hezar kes beşdar bûn şer dest pê kir.

Li gorî sendîkayan li Marsîlyayê 130 hezar, li Toulonê 20 hezar, li Avignonê ji 20 hezarî zêdetir, li Strasboûrgê jî 20 hezar kes kom bûn.

Tê payîn ku bi sed hezaran kes di meşa li Parîsê de kom bibin.

Di heman demê de li eleqeya li hemberî sendîkayan jî pir zêde bûye. Sendîkaya herî mezin a karkeran CGT ragihand ku ji meha Çile û vir ve 30 hezar kes bûne endam.