Hate ragihandin, êrişa pêr a li bajarê Colombes ê Fransayê ku kesekî wesayita xwe bi ser polîsan ve ajot, dibe ku pêwendiya xwe bi ‘terorîzmê’ re hebe.

Roja Duşemê li bajarê Colombes ê li nêzî paytexta Fransa Parîsê, polîsên bi du motorsîkletan bûbûn hedefa êrişeke bi wesayitê. Kesekî ku dihate îdîakirin ‘pirsgirêkên xwe yên derûnî heye’ bi wesayitê bi ser du polîsan ve ajotibû û du polîs birîndar kiribû. Yek ji polîsan bi giranî birîndar bû.

ÎDÎAYA ‘JI BO HILANÎNA TOLA FÎLÎSTÎNÊ’ KIR

Hatibû ragihandin ku li wesayita êrişkarê 29 salî kêrek û nameyek li ser hinceta êrişê hatin dîtin. Êrişkarê ku piştî êrişê hate destgîrkirin, li xwe mikur hatibû ku êriş ‘bi zanebûn’ kiriye.

Her wiha li gorî agahiyan êrişkar gotiye ku ji bo ‘hilanîna tola Fîlîstînê’ wî çalakî kiriye. Li gorî agahiyan ‘pirsgirêkên derûnî’ yên êrişkar hebûn. Lêpirsîna êrişkar dewam dike. Hate ragihandin ku di asta ku karibe êrişê bike pirsgirêkên derûnî yên êrişkar nîne.

DOSYA ÇÛ BER DESTÊ ‘DOZGERIYA ANTÎ-TERORÊ’

Di daxuyaniya doh de hate ragihandin ku ji ber êriş dibe ku pêwendiya xwe bi ‘terorîzmê’e hebe, lêpirsîna wê wê ji aliyê Dozgeriya Antî-Terorê ya li Parîsê ve bê meşandin.

Li Fransayê di Çileya 2015’an de komkujiya Charlîe Hebdo bûbû û nêzî 250 kes di êrişên DAÎŞ û El Qaîdeyê de jiyana xwe ji dest dabûn.