Piştî ku 16’ê Cotmehê li Fransayê serê mamosteyekî hate jêkirin û di 29’ê Cotmehê de li bajarê Nîce sê kes hatin qetilkirin, li Awûstûryayê jî çeteyekî DAÎŞ’ê 4 kes qetil kiribû.

Piştî ku eşkere bû yek ji êrişkarên li Fransayê Çeçenekî nû mafê penaberiyê jê re hatibû dayin û yê din jî qaçaxekî Tûnisî bû, hikumetê û muxalefeta rastgir li ser nêrîna astengkirina koça neqanûnî yan jî qaçax li hev kirin.

KONTROLA LI SER SÎNOR Û PEYMANA SCHENGENÊ

Serokkomar Emmanûel Macron doh serdana polîsên li ser sînorê Spanyayê kir û ragihand ku wê hejmara hêzên ewlekariyê yên li ser sînor ji 2 hezar û 400’î bikin 4 hezar û 800’î.

Macron destnîşan kir ku wê li dijî koça neqanûnî hîn bêhtir têbikoşin û ji bo dirêjkirina kontrolên li ser sînor hewl didin.

Macron diyar kir ku di çarçoveya Peymana Schengenê de ji bo sînorên derve hîn baştir bê parastin divê Yekîtiya Ewropa biryarên hevpar werbigire.

Serokkomarê Fransayê her wiha ragihand ku Peymana Schengenê ya ku 22 welatên Yekîtiya Ewropayê, Swîsre, Lîechtensteîn, Norwêc û Îzlanda aliyê wê ne ji nû ve bê nirxandin.

MUXALEFETA RASTGIR JI BO BISÎNORKIRINA KOÇÊ ZEXTÊ DIKE

Ji rastgirên li muxalefetê Partiya Komareger (LR) û Yekîtiya Neteweyî ya rastgiriya tund (RN) hîn bêhtir gotinên ‘Pêwendiya terorîzmê yekser bi koçê re heye’ tînin ziman.

Lîdera RN’ê Mraîne Le Pen îdîa kir ku piştî serdana Macron a li sînorê Spanyayê tezên wê piştrast bûne û xwest ku polîtîkaya koçberiyê û mafê welatîbûnê ‘ji serî heta dawî ji nû ve bên nirxandin’.

Lîderê koma LR a li Senatoyê Brûno Retaîlleaû jî bang li Macron ki ku tavilê ‘mafê yekbûna malbatî bi sînor bike’.

Retaîlleaû îdîa kir ku ji bo kesên sûc kirine yan jî ‘metirsîdarin’ bên dersînorkirin divê qanûn bi temamî ji nû ve bên nirxandin.