Vê sibê carek din li navçeya Gemlîk a Bûrsayê bi mezinahiya 3,5 pileyî erdhej çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku li Gemlîkê bi mezinahiya 3,5 pileyî erdhejek pêk hatiye.

Hate ragihandin erdhej 13,2 kîlometreyî li binê erdê pêk hatiye.

Tê zanîn ku dema hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re çêdibûn, parêzer ji bo biçin İmraliyê ji vê navçeyê bi kosterê bi rê diketin…

Ruxmî ev care li vê dergê erdhej pêk tên jî radeyarên tirk ne destûrê didin malbat û parêzer Rêber Apo û girtiyên din ku rewşa wan hîn bibin û ne jî tu agahiyê didin. Fikir û gumana malabatan û gel tevahî derbarê rewşa İmraliyê de, ji ber ihtimala erdhejeke mezin li Gemlîkê dewam dike