Li Girtîgeha Panos a Tîpa L’yê gardiyanên mêr li qawîşên jinan geriyan.

Ji ber gardiyan ketin kelûpelên şexsî yên jinan, girtî Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişerê li dijê bê exlaqiyê rabûn û nerazîbûn nîşandan.

Piştî bûyerê bi rojekê jinan xwest hevdîtinê bi dozgerê girtîgehê re bikin, lê daxwaza wan hat redkirin.

Jinên girtî helwesta dozger protesto kirin, li ser vê jî re 50 gardiyan ketin hundirê koxûşê û êşkence li jinên girtî kirin.

Girtî bi saetan bi awayekî dest û pêyên wan bi hev ve girêdayî hatin sekinandin.

Gardiyanan dema jin li rîngê siwar kirine bi porê wan girtine û ew bi erdê ve kaşkirine.

Jin bi awayekî destê wan ji paş de kelemçekirî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.

Her wiha girtiyên mêr jî ji bo vê yekê protesto bikin li deriyan xistine û der barê 4 girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.

Parêzerên ku hevdîtin bi jinan re kir tespît kirine ku şopêmn êşkenceyê li ser bedena jinên girtî hene.