Girtiyên li Girtîgeha Hejmara 2 a Rihayê bi nameyekê bal kişandin ser zext û zordariya li wan tê kirin û diyar kirin, ku hevalên wan ên dikevin greva birçîbûnê bi rengekî kêfî tên cezakirin, yên diçin nexweşxaneyê jî bi mehan di karantînayê de tên hiştin.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmara 2 a Rihayê têkildarî zext û zordariya li wan tê kirin, nameyek ji radyoya Dengê Welat re şandin û qala kiryarên li dijî mirovahiyê kirin.

Nameya girtiyan wiha ye:

“4’ê nîsanê roja çêbûna Serok Apo pîroz dikin, ew dengê ji Amara bilind bûyî, li cîhanê deng veda. Em jî wekî girtiyên azadiyê di vê pêngavê de heya bigihêjin armanca xwe, em ê di nav hewldanan de bin. Em dixwazin li ser vê girtîgeha em tê de çend mijaran ji raya giştî re parve bikin.

Ev nêzî sê sala ye ku gerînendeyê yekemîn ê bi navê Fatih Sertaç Çelik hatiye vir. Ev mirovê ku ji hêla hêzên şerê taybat ve hatiye erkdarkirin li hemberî me rêbazên dermirovî bi kar tine. Jixwe tê zanîn ku Riha di realîteya xwe de wek herêmek pilot hatiye hilbijartin. Ji ber vê yekê gerînendeyê faşîst Fatih Sertaç Çelik diavêje ser menzelên me û gefan dixwe. Dibêje ‘Ez dewlet im, ez çi bixwazim dikarim bi we bikim’ û hwd. Daxwaznameyên ku em ji saziyan re dişînin jî, bi tu awayî naşîne. Di ser de jî menzelên me yên karantînayê wekî ku dagir bikin, bi carekê re vala kirin û alavên me bi ku de birine jî em nizanin. Nameyên me bê sebep diavêjin sergoyê an jî wenda dikin. Bêyî ku hincet nîşan bidin, derheqê me de lêpirsînê vedikin û ceza didin me. Yên ku li hember derdikevin, bi avêtina hucreyê tehdît dikin. 

Hevalên me yên dikevin greva birçîbûnê bêyî ku parastina xwe bikin, ceza didin wan. Jixwe mafê me yê axaftina bi zimanê kurdî wek tune tê hesibandin. Ev ji gerînendetiya Fatih Sertaç Çelik a li hemberî zimanê kurdî ye. 

Hevalên me yên diçin nexweşxanê, di bin navê karantînayê de bi mehan tenê dihêlin an jî di menzelekî de kom dikin. Dixwazin hevalên me bikin nav girtiyên edlî û aloziyan derxin.

Demek berê hevalên me yên ku biribûn nexweşxanê, bi êşkenceya wan re rû bi rû man. Hevalek me bi ranzê ve girêdan û hevalek me jî bi hincetek virt û vala êrîş birin ser. Rêbazên dermirovî bi kar tînin. Niha jî derûniya hevalê me ne baş e. Dema çav li gardiyan û eskeran dikeve, ji wan direve. 

Ji bo hevalên ku dikevin greva birçîbûnê iaşeya wan nadin. 

Menzelên hevalan nayên guhartin. Li gor kêfa gerînendeyê yekemîn e. Mînaka herî şênber jî;  di televizyonên me de kanala îdarê jî heye. Li wir her tim mirovek bi rih û bi cubbe weazan dike. Lê rojekê gerînendeyê yekemîn Fatih Sertaç Çelik û qafîleya wî li ber kameraya vekirî mayî, kom bûn û bi xwarin û vexwarinan li ser daxwaz û pirsgirêkên girtiyan diaxivîn. Navê girtiyan yek bi yek nîqaş dikirin û ji rewşa malbatî heya sekna wî û beşa girtina wî guftûgo dikirin. Piştî me rewşa wan a derveyî fermiyetê dît, pir hêrs bûn û bi hêrsa xwe bi ser menzelên me de hatin. Bêyî ku biryarek hebe, em bi avêtina hucreyan tehdît kirin.

Du kesên bi navê Cafer Uysal û Hidir Demirtaş, karê kontratiyê dikin û jixwe ji berê de ji gerîla reviyane. Niha li menzela A-28’an dimînin. Bi midûrê yekemîn re tevdigerin û yên ku ji nav girtiyên bêalî werin cem girtiyên siyasî ango cem me, li wan dixin û gerînende agahdar dikin. Her wiha tiliyan wandi sirgunkirina hevalên me de heye û li ser me jî gerînende agahdar dikin û li gor wan kesan polîtîkayên xwe diyar dikin.

Em di van xalan de we hevalên hêja agahdar dikin û di kar û bare we de serkeftinê dixwazin.

Silav û rêzên şoreşgerî

Girtiyên Girtîgeha Tîpa a Riha-hejmar 2″