Li Girtîgeha Tîpa L Hejmara 7’an a Sîlîvriyê 44 girtî û hikumxwar bi vîrûsa koronayê ketin.

Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ragihand, li Girtîgeha Sîlîvriyê 44 girtî û hikumxwar bi vîrûsa koronayê ya nû (Covîd-19) ketine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tedawiya 40 girtiyên bi vîrûsê ketine li girtîgehê li qada îzolekirî, ya 2 girtî û hikumxwaran jî li nexweşxaneyê dewam dike.