Serokkomarê Ekvadorê Gûîllerno Lasso li Gûayaqûîlê ya ku li başûrê rojavayê welat e, civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku 116 kes mirine, 80 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ev kesên hatine kuştin û birîndar bûne, hemû jî girtî ne.

Serwîsê girtîgehê berêjî bîlanço dabû û diyar kiribû 100 kes mirine û 52 kes jî birîndar bûne.

Ev bûyera li Girtîgeha Gûayas a li Gûayaqûîlê pêk hatî, wekî bûyera herî xedar a salê tê nirxandin. 

Serokkomar Gûîllerno Lasso roja Çarşemê di asta neteweyî de li hemû girtîgehan ‘rewşa awarte’ îlan kir.

Li girtîgehan ev serê çend mehan e ku komên ku têkiliya wan bi firotina tiryakê heye, şer dikin.

Di meha Tîrmehê de jî 20 girtî miribûn û serokkomar li girtîgehan rewşa awarte îlan kiribû.

General Faûsto Bûenano ji bo kontrola girtîgeha dest bi operasyonê kiribû û diyar kiribû li ser bedena miriyan şûne çek û parçeyên bombeyên destan hene û ragihand ku herî kêm serê 6 girtiyan hatiye jêkirin.