ÎZMÎR – Hevseroka TUHAYDER’ê yê Herêma Egeyê Selma Altan, diyar kir ku li girtîgehanên Îzmîr û Manîsayê cezayê hucre, pêwendî û hevdîtinê li girtiyên di greva birçîbûnê de ne hatiye birîn. Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 129’an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (YUHAYDER) a Herêma Egeyê Selma Altan, der barê rewşa girtiyên li girtîgehên Îzmîr û Manîsayê de di greva birçîbûnê de ne agahî parve kirin. CEZA TÊ BIRÎN Altan, destnîşan kir ku girtî dixwazin tecrîdê bişkînin û rê li ber rêyeke nû vebikin. Altan, bilêv kir ku rewşa tenduristiyê ya piraniya çalakgerên di greva birçîbûnê de asta krîtîk derbas kirine û got: “Ji 1’ê Adarê ve ji xeynî girtiyên nexweş û girtiyên refaqetiya çalakgerên greva birçîbûnê dikin, li tevahiya girtîgehên herêma Egeyê girtî dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî vê zext û zoriyên li girtîgehan zêde bûn. Li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê, rêveberiya girtîgehê berê dest danîbû ser radyoyên girtiyan û pêwendiya wan a bi derve re qut kiribû. Piştî 1’ê Adarê bi taybetî rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan. Wexta rojnameyên din jî didin, hin deverên wan jê dikin û wisa didin. Ceza li girtiyên ketine greva birçîbûnê tê birîn. Cezayê pêwendiyê, hevdîtin û hucreyê tê birîn. Bi vê re dibe ku înfaza wan jî bişewite. Her pirtûkî jî nagirin.” ‘ROJNAMEYÊ NADIN’ Altan, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê, garidyan xizmên girtiyan taciz dikin û got: “Çarşema borî xizmên girtiyan ev pêkanîn ji midûrê girtîgehê re gotin. Midûrê girtîgehê jî gotiye ‘Em ê gardiyanan hişyar bikin.’ Her wiha bi hinceta girtiyan teşwîq dike rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan. Li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê jî şekir, av û karbonatê pir hindik didin girtiyan. Girtiyên li herêma Egeyê di greva birçîbûnê de ne heta niha 15-20 kîlo zihîf bûne. Her wiha li Girtîgeha Şakranê hin girtî ji ser hişê xwe çûne û çavên wan pir nabîne.” ‘GARDIYAN GEFAN DIXWIN’ Altan, diyar kir ku li Gitîgeha Tîpa T a Manîsayê jî şekir û xwê tev li hev dikin didin girtiyan, lê belê ew jî tenê di şûşeyeke avê de didin wan. Altan got: “Girtî ji kantînê av, xwê û şekir dixwazin. Lê belê gardiyan ji girtiyan re dibêjin ‘eger hûn mêr bin bêyî av, şekir, xwê û lîmonê dewam bikin.’ Divê ev ne wisa be. Çimkî divê girtiyên di greva birçîbûnê de her yek ji wan rojê herî kêm lîtreyek av vexwe û 5 kevçî şekir, 2 kevçiyên çay xwê û kevçiyek jî karbonat bigire. Îdareya girtîgehê bi van pêkanînan dixwaze girtî dev ji çalakiya xwe bderdin. Lê belê moralê girtiyan baş e û dibêjin ew ê heta dawiyê çalakiya xwe dewam bikin.” BANG LI RAYA GIŞTÎ KIR Altan, bi bîr xist ku malbatên 15 girtiyan di 15’ê Adarê de ji Îzmîrê çûne Enqereê Meclîsê, lê belê Wezareta Dadê nexwestiye bi wan re hevdîtinê çêbike. Altan, diyar kir ku hikûmeta heyî xwe li ker û laltiyê datîne û got: “Em bang li raya giştî, saziyên civaka sicîl û her kesî dikin ku bibin dengê berxwedana girtiyan.”
Related Posts
NAVNÎŞANÊN ME
DAWÎ
- Li Tokatê teqîn çêbû, 7 kes birîndar bûn ku 5 ji wan cendirmeyên dewleta Tirk in 19/05/2024
- Ferîde Şingalî: 15 rêxistinên jinan yên Iraqê piştgiriyê didin pêngava TAJÊ 19/05/2024
- Li gelek bajarên welatên Ewropa Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn 19/05/2024
- Jinên Suryanî piştevaniyê ji xwe re dikin esas 19/05/2024
- Li Gavleborgê bîranîna şehîdan 19/05/2024
- Ciwanên Mexmûrê: Ziman yekane rêya xwenaskirinê ye 19/05/2024
- Zulkuf Ûçar: Sîstema bêzarkirinê tê ferzkirin 19/05/2024
- 2024-05-18 -AHENG-MODERATOR: MEMO GUL-MÊVAN : CEWAD MERWANÎ 18/05/2024
- 2024-05-18 – VEDENGA ROJAVA-MODERATOR: KURDIYAR DIRÊHÎ- MÊVAN: RUKEN MELE ÎBRAHÎM-ENDAMA KOMISERIYA BILIND A HILBIJARTINÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ – MIJAR: HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYA XWECIHÎ LI B. ROJHILATÊ SÛRIYÊ 18/05/2024
- Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê derb li 2 çeperan xistin, 2 kamerayên mobesse jî îmhakirin. 18/05/2024
Categories
- Aheng (2)
- Aktuel Zazakî (5)
- AWAZÊN ÇIYA (2)
- BERNAMA JINEOLOJI (11)
- BERNAMA ROJEVA MEXMUR (11)
- BERNAMA SENGERA ROJAVA (15)
- BERNAMA STAR (1)
- BERNAMA TAYBET (78)
- BERNAME (8)
- BERNAME TAYBET (34)
- BERNAMEYA AHENG (2)
- BERNAMEYA DERGEHA WÊJE (11)
- BULTENA ROJE (13)
- ÇAND Û ZIMAN (301)
- ÇAPEMENÎ (10)
- ÇAPEMENIYA AZAD (76)
- CÎHAN (4,027)
- CIVAK (450)
- DAXWAZÎ (258)
- DENGE BERXWEDANE (4)
- DENGÊ HÊJÎN (1)
- DENGÊ JIYANÊ (9)
- DENGÊ ROJÊ (1)
- DENGÊ ŞÎLAN (11)
- DENGÛBAS (765)
- DILISTAN (29)
- DÎROKA PKK (1)
- DOKUMANTER (1)
- DOSYA TAYBET (1)
- GEŞEDANA ROJAVA (43)
- GIŞTÎ (741)
- HELBEST (1)
- HÊLÎ SÊ (28)
- HINDIK LÊ RINDIK (81)
- JI ŞEHBAYÊ (20)
- JIN (1,349)
- Jin aktuel (121)
- KÊLÎYÊN BI ROJÊ RE (1)
- KELIYEN HUNERE (10)
- KURDISTAN (6,796)
- LAPERÎ (9)
- NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ (13)
- NEWROZ (1)
- Nirxandina heftane (32)
- NÛÇE (1,057)
- NÛÇEYÊN CÎHANÊ (1)
- Pirs (152)
- RÊWÎYÊN ROJÊ (1)
- ROJANE (432)
- ROJEV (3,836)
- ROJEVA CIWANAN (1)
- ROJEVA JINÊ (27)
- ROJEVA ROJHILAT (32)
- ROJEVA WELAT (44)
- ROJHILATA NAVÎN (1,481)
- Rojî Heştem (24)
- TENDURÎSTÎ (21)
- Tîrêjên Rojê (132)
- Vedenga Rojava (2)
- vedenga rojava (4)
- Vedenga Rojava (8)
- XWEBÛN (1)
- ZAZAKÎ (6)