STENBOL – Yûsûf Ozdemîr ku 76 roj in li Girtîgeha Hejmara 4 a Şakranê di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku di bin navê lêgerînê de hemû alavên hatine desteserkirin. Yûsûf Ozdemîr di sala 2009’an de dema ku li Zanîngeha Dokûz Eylulê Beşa Hemşîretiyê dixwend hat girtin û 15 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Ozdemîr 76 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Hejmara 4 a Şakranê di greva birçîbûnê de ye. Ozdemîr bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala rewşa xwe kir û ev tişt got: “Rêveberiya girtîgehê di bin navê lêgerinê de bi ser kogûşê wan de girtiye û hemû alavên wan destser kiriye. RÛNIVÎNAN JÎ DESTESER KIRINE Bavê Ozdemîr Osman Ozdemîr diyar kir ku ji jiyana kurê xwe guman dike û wiha got: “Bi ser hemû kogûşan de girtine. Hemû alavên wan desteser kirine. Tenê nivînên wan dane wan. Rûnivînên wan jî nedane wan. Kurê min jixwe di grevê de ye. Niha rewşa wî çî ye em nizanin. Ji ber ku bi telefonê bi me re axivî agahiyan bi awayekî zelal neda me.” ‘BERDÊLA WÎ ÇI DIBE BILA BIBE EM LI CEM ZAROKÊN XWE NE’ Ozdemîr destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku hiqûq û mafên mirovan tê binpêkirin de derbas dibin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Hemû civak di bin tecrîdê de ye. Kurê min di sala 2012’an jî ketibû greva birçîbûnê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Zarokên me ji bo li hemberî vî sûcê mirovahiyê dengê xwe bilind bikin ketine grevê. Em li cem berxwedana zarokên xwe ne. Berdêla vê çi dibe bila bibe em li cem zarokên xwe ne.” EM BAWER DIKIN KU ZAROKÊN ME TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’ Ozdemîr bi bîr xist ku bi hezaran mirov ji bo ku Tirkiye qanûnên xwe pêk bîne ketine greva birçîbûnê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Zarokên me bertek nîşanî vê yêkê dan û ketin greva birçîbûnê. Li ber çavên me dihelin. Xweragirtina dayik û bavan a li hemberî vê yekê gelek zehmet e. Ev tecrîd hemû civakê dihewîne nav xwe. Daxwaza me rakirina tecrîdê ye. Em bawer dikin ku dê zarokên me vê tecrîdê bişikînin.” Parve bike:
Related Posts
NAVNÎŞANÊN ME
DAWÎ
- Li Tokatê teqîn çêbû, 7 kes birîndar bûn ku 5 ji wan cendirmeyên dewleta Tirk in 19/05/2024
- Ferîde Şingalî: 15 rêxistinên jinan yên Iraqê piştgiriyê didin pêngava TAJÊ 19/05/2024
- Li gelek bajarên welatên Ewropa Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn 19/05/2024
- Jinên Suryanî piştevaniyê ji xwe re dikin esas 19/05/2024
- Li Gavleborgê bîranîna şehîdan 19/05/2024
- Ciwanên Mexmûrê: Ziman yekane rêya xwenaskirinê ye 19/05/2024
- Zulkuf Ûçar: Sîstema bêzarkirinê tê ferzkirin 19/05/2024
- 2024-05-18 -AHENG-MODERATOR: MEMO GUL-MÊVAN : CEWAD MERWANÎ 18/05/2024
- 2024-05-18 – VEDENGA ROJAVA-MODERATOR: KURDIYAR DIRÊHÎ- MÊVAN: RUKEN MELE ÎBRAHÎM-ENDAMA KOMISERIYA BILIND A HILBIJARTINÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ – MIJAR: HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYA XWECIHÎ LI B. ROJHILATÊ SÛRIYÊ 18/05/2024
- Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê derb li 2 çeperan xistin, 2 kamerayên mobesse jî îmhakirin. 18/05/2024
Categories
- Aheng (2)
- Aktuel Zazakî (5)
- AWAZÊN ÇIYA (2)
- BERNAMA JINEOLOJI (11)
- BERNAMA ROJEVA MEXMUR (11)
- BERNAMA SENGERA ROJAVA (15)
- BERNAMA STAR (1)
- BERNAMA TAYBET (78)
- BERNAME (8)
- BERNAME TAYBET (34)
- BERNAMEYA AHENG (2)
- BERNAMEYA DERGEHA WÊJE (11)
- BULTENA ROJE (13)
- ÇAND Û ZIMAN (301)
- ÇAPEMENÎ (10)
- ÇAPEMENIYA AZAD (76)
- CÎHAN (4,027)
- CIVAK (450)
- DAXWAZÎ (258)
- DENGE BERXWEDANE (4)
- DENGÊ HÊJÎN (1)
- DENGÊ JIYANÊ (9)
- DENGÊ ROJÊ (1)
- DENGÊ ŞÎLAN (11)
- DENGÛBAS (765)
- DILISTAN (29)
- DÎROKA PKK (1)
- DOKUMANTER (1)
- DOSYA TAYBET (1)
- GEŞEDANA ROJAVA (43)
- GIŞTÎ (741)
- HELBEST (1)
- HÊLÎ SÊ (28)
- HINDIK LÊ RINDIK (81)
- JI ŞEHBAYÊ (20)
- JIN (1,349)
- Jin aktuel (121)
- KÊLÎYÊN BI ROJÊ RE (1)
- KELIYEN HUNERE (10)
- KURDISTAN (6,796)
- LAPERÎ (9)
- NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ (13)
- NEWROZ (1)
- Nirxandina heftane (32)
- NÛÇE (1,057)
- NÛÇEYÊN CÎHANÊ (1)
- Pirs (152)
- RÊWÎYÊN ROJÊ (1)
- ROJANE (432)
- ROJEV (3,836)
- ROJEVA CIWANAN (1)
- ROJEVA JINÊ (27)
- ROJEVA ROJHILAT (32)
- ROJEVA WELAT (44)
- ROJHILATA NAVÎN (1,481)
- Rojî Heştem (24)
- TENDURÎSTÎ (21)
- Tîrêjên Rojê (132)
- Vedenga Rojava (2)
- vedenga rojava (4)
- Vedenga Rojava (8)
- XWEBÛN (1)
- ZAZAKÎ (6)