Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de, li Elmanya bajarê hamburgê, li taxa Jungfernstîeng stand danîn.

Ciwanan, broşurên têkîldarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalaln belav kirin, nêzîkatiya saziyên wekî CPT û AÎHM’ê ya berdewamkirina tecrîdê teşhîr kirin.

Gel eleqeyek mezin nîşanî stand da û bi taybetî broşurên danasîna paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Abdullah Ocalan digirtin û dixwendin.