Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya Qamişlo û herêma Cizîrê gazinan ji belavbûna dûpişk an dikin. Dermanên ji bo rewşa pêvedana dûpişkan kêm in.

Di demên dawî de, bi bilindbûna pêla germê re li herêma Cizîrê dûpişk belav bûne.

Şênî ji ber belavbûna dûpişkan di metirsiyê de ne. Şeniyan di rojên dawî de dûpişkên du derzî yên ku kêm dîtin, dîtin.

Bijîşkên beyterî texmîn dikin ku sedema vê yeke, hilweşandina sedan ji malên kevn, bilindbûna pêla germê û şilî ye.

Piştî lehiyên ku îsal li herêmên Cizîrê rabûn, dehan malên axî li başûrê herêma Cizîrê hilweşiyan.

Her wiha piştî wê jî pêla germbûnê li herêmê bilind bû ye û germahî giha 47 pile.

Şêniyên gundên navçeya Til Hemîsê jî ji ber zêdebûna dûpişkan bi gazin in, ku rojan e dûpişk li 3 an 4 şêniyan didin. Niha li navendên tenduristiyê jî dermanên ji bo pêvedana dûpişkan kêm in.

Dr. Hanî Hemenidî endamê Rêveberiya Navenda Tenduristiyê yê Navçeya Til Hemîsê wiha got: “Rojan e 3 an 4 kes ji ber lêdana dûpişkan tên gel wan.”

Hemnidî da xuyakirin ku navend bi derfetên kêm pêvedana dûpişkan derman dike.

Hemnidî  got: “Dermanên pêvedana dûpişkan li navçeyê û gundên wê tine ye. Komîteya Tenduristiyê di 27`ê Hezîranê de civînek lidar xist, tê de me diyar kir ku çareseriyekê ji bo peydakirina dermanên pêvedanê diyar bikin. Lê heta niha çareserî nehatiye peydakirin.”

Derbarê mijarê de, beyter Behzad Şemisdîn Osman ku di dermanxaneya beyterî ya navçeya Til Hemîsê de dixebite destnîşan kir ku ji ber pêvedana dûpişkan gazincên şeniyan pir in û wiha got: “Belavbûna kurman îsal pir e, dibe ku ji guhertina etmosfêrê û bilindbûna germbûnê be.”

Osman ji şêniyan xwest ku hişyar bin û dermanên kuştina kurman bireşînin da ku dûpişkan jî tine bikin. Osman ji şêniyan re got, dermanên ku dûpişkan dikujin “Kautrîn û Lambada” ne.

(jo/bm)

ANHA