Bûyer li bajarê Bender Mahşehr ê li başûrê rojava yê welêt rû da. Li gorî televîzyona Îranê, pîlot balafir gelekî dereng danî û ev jî bû sedem ku balafir ji pîstê derkeve û li bûlvarê bisekine.

Hate ragihandin ku rewşa 135 kesên di balafirê de bûn baş e. Li gorî Rêxistina Hewakariya Sivîl a Îranê der barê qezayê lêpirsînê dest pê kiriye.