Gelê Efrînê yên li Kampa Berxwedan ji bo Efrînê meşek lidar xistin.
Gelê Efrînê yê ku ji cih û warê xwe koçberbûne û li Kampa Berxwedan bi cih bûne, ji bo vegera Efrînê meşek girseyî lidar xistin.
Gel bi tevlîbûna sazî û meclîsan girse li destpêka Kampa Berxwedan kom bûn û ber bi navenda Heyva Sor a Kurdî meşiyan.
Di meşê de pankarta bi nivîsa ‘Tirkiye axa me talan dike, zarok û mezinan qetil dike û Rûsya jî bêdeng e’ vekirin.
Li pêşiya naveda Heyva sor a Kurdî piştî deqeyek rêzgirtin ji bo rihê hemû cangoriyên azadiyê hin axaftin hatin kirin.
Li pêşiya Navenda Heyva Sor a Kurdistanê piştî deqeyek rêzgirtinê û şûnde li ser navê Meclîsa Kampa Berxwedana Şêxo Îbrahîm û Kongra Star jî Mone Brîm axivîn.
Piştî axaftinan bi dirûşman dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate şermezarkirin.