Yek ji sendîkaya karmendan AFPC êvara Sêşemê daxuyanî da û diyar kir ew di serê greveke dîrokî de ne.
AFPC bi mehan e ji bo meaşekî baş bi hikumetê re muzakereyan dike. Aliyan diyar kirin ku wê hevdîtin û nîqaş bidome.
AFPC’ê diyar kir heta ku hikumet bersivê bide daxwazên wan ê di grevê de bin.
Hate ragihandin nêzî 155 hezar karmend ango ji sê paran parek di grevê de ne. Herî dawîn di sala 1991’an de greveke wisa çêbûbû.