Kurdên li Kanadayê, firotina çekan a ji bo dewleta Tirk şermezar kirin û gotin, “Dewleta Tirk sûcê şer dike.”
Kurdên li paytexta Kanada Ottawayê, destûra ji bo firotina çekan a ji dewleta Tirk re şermezar kirin.
Çalakî bi pêşengiya Federasyona Kurd pêk hat û dagirkerî, êrişên qirkeriyê yên dewleta Tirk û firotina çekan a ji bo vê dewletê hate şermezarkirin.
Çalakgeran diyar kirin ku dewleta Tirk sûcê şer dike û bang li Kanadayê ku “nebe hevparê vî sûcî”. Di vê der barê de jî dosyayek ji parlamenteran re şandin.