Pasdarên rejîma Îranê li ser sînorê Selasî Bawecan ên girêdayî parêzgaha Kirmaşanê gule li kolberan reşandin, 2 kolber birîndar bûn.

Duh li sînorê Şêx Sileyê girêdayî Bajarê Selasî Bawecanî ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê pasdarên rejîma Îranê gule li komek kolberan reşandin.
Di encama êrîşa pasdarên Îranê de herdû kolberên bi navê Erkan Qedîmî û Bextiyar Murad Pur birîndar bûn. Birîndar birin nexweşxaneya bajarê Ciwanro yê girêdayî Kirmaşan.
Serçaveyên herêmî diyar kirin ku pasdarên Îranê bê hişyarî bidin kolberan gule li wan reşandine.