Li Laosê ji ber hilweşîna bendava hîdroelektirkê, xebatên rizgarkirinê didomin. Heta niha cenazeyê 26 kesan hatine derxistin lê belê 131 kes winda ne.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokwezîr Thongloûn Sîsoûlîth ve hatî dayîn, tîmên rizgarkirinê heta niha li 131 kesan digere. Cenazeyê 26 kesan hatine dîtin û 17 kesên birîndar jî rakirine nexweşxaneyan.

Xebatên rizgarkirinê bi dijwarî tên kirin. Nêzî 750 kesan li depoyeke ya wîlayeta cîran ku bi dehan kîlometre dûr e cih ji xwe re dîtine. Li gorî sefaretxaneya Taylandê nêzî 6 hezar kes hê bêmal in.

Bi salan e, rêxistinên ekolojiyê têkildarî bendavên li Laosê fikarên xwe radigihînin.  Bi taybetî jî li ser bendavên li ser Mekongê gelek fikar tên kirin.

Bendava eyaleta Attapeûyê ya ku maliyeta wê ji milyarek dolaran zêdetir e, ji sala 2013’an ve hê tê avakirin.