Li gorî daxuyaniya Buroya Rêveberiya Rîsk û Felaketên Netewî herêmên Mîtsînjo û Maevatanana ji lêhiyê bandor bûne.

Li herêma Boeny çemê Lopy yê Mîtsînjo tijî bû 24 kes li ber xwe bir ji vana 4 kes mirin û 18 kes jî winda ne.

Li heman heremê li herêma Tsaramandroso 4 kes mirin. Li herêma Maevatanana ya li herêma Betsîboka jî 9 kes mirin.

Li Madagaskarê her sal baranên zêde dibare. Çileya 2019’an li paytext Antananarîvoyê ji ber lêiyê malek hilweşabû û 9 kes mirîbûn.