Gerstêrka Marsê ku heta niha sar, çol û ziwa dihat zanîn, demekê germ û bi nem bûye. Gerstêrka Sor 3.6 mîlyar sal beriya niha tê de gelek av û gol hebûne.

Li gorî nûçeyeke kovara  Science a li Amerîkanê tê weşandin, komeke astronom a navneteweyî ragihandiye ku li Gerstêrka Sor cara yekem e goleke rohn dîtine. Gola ku di bin tebeqeyeke cemedê de ye, beraya wê nêzikî 20 km e û tê texmînkirin ku zêdetir avê di nav xwe de radigire. Ev jî dibetiya ku jiyan lê  heye zêdetir dike. 

Berpirsyarê Mîsyona Ajansa Fezayê ya girêdayî Mars Express a Îtalyayê û di heman demê de yek ji hevnûserê lêkolînê Enrico Flamînî, di konferansekê de anî ziman û got, “Li wê derê av heye. Ji vê qet gumana min nîn e.”

Lêkolînên zanyaran, ev demeke dirêj e ku li Marsê şopên ava rohn zêdetir dikirin. Keşveke wiha, ji paşaroja dûr a gerstêrkê ji bo di derbarê teşeyên jiyana wê derê de girîng e. Di roja me ya îro de jî dibe ku delîlên ka li wê derê jiyanek hebûye yan na, di nav xwe de bihewîne. 

Derfetên xwegihandina van çavkaniyên avê, wê ji bo ku pêşerojê şandin û jiyankirina mirovan a li wê derê bibe alîkar. 

Tevî vê yekê gola ku hatî keşfkirin, dibe ku ne ya vexwarinê be. Li gorî lêkolîneran ev gol, 1,5 km di bin erdê de ye û di navengeke hişk û cemed de ye. 

Di vê rewşa heyî de, dibetiya nîqaşên ku di nav golê de teşeyên jiyanê didomin. Hinek pispor, bi guman nêzî mijarê dibin û dibêjin ku gol gelek sar e, rêjeyeke zêde bi xwê ye. Germahiya wê dibetiyeke mezin di bin rêjeya qerisînê de ye. Tevî vê rohnbûna golê bi hebûna magnezyûm, kalsiyûm û sodyûmê ve tê têkildarkirin. 

Ji çavdêrê astoronomiyê yê Awûstûryayê Freed Watson ku beşdarî lêkolînê bûye anî ziman ku, “Ev keşfeke derasayî ye. Ji bo texmînên ka li Gerstêrka Sor organîzmayên jiyanê hene yan na, destdayî ye.”

Watson got, “Lê dîsa jî divê mirov bi tevdîr nêz bibe. Lewma rêjeya tîrbûna xwe ya ji bo ku ava heyî rohn bimîne, weke ya cîhana me ji bo hemû jiyanên mîkrobîk kuştîner be.” 

Lêkolîner di derbarên keşfên nû de hêvîdar in. Heke li Marsê, li parzemîna başûrê wê ava rohn hebe, dibetiya ku wê li cihê dîtir jî hebe zêde dibe. Astronotê Kanadayî Chris Hadfield, di derbarê keşfê de li ser Twitterê peyamek weşand û got, “Li her derê cihana me jiyan lê heye. Di vê mijarê de dibe ku em ne tenê bin.”