Ji serê meha Remezanê ve, ev bû şerê yekemîn. Dibe ku alozî zêdetir bibe.

Heyva Sor a Filîstînê diyar kir, ku 20 birîndar birine nexweşxaneyên Qudûsê. Hate diyarkirin hê jî li qada bûyerê birîndar hene.

Tê gotin, herî kêm 100 kes birîndar bûne. 

Polîsên Îsraîlê jî diyar kirin, ku 3 polîsên wan birîndar bûne.

Hate ragihandin, roja Înê sibeh saet di 04.00’an de bi dehan ciwanên rûyê xwe nixumandibûn ketine Girê Perestgehan. Li gorî agahiyan, di destê hinek kesan de alaya şaxa leşkerî ya Hamasê hebû. Li gorî polîsên Îsraîlê ciwanên Filîstînê kevir avêtine Dîwarê Girînê. 

Hate diyarkirin, ku polîsên Îsraîlê jî fîşekên plastîk teqandine.

Par jî şerekî wisa di navbera Hamas û Îsraîlê de pêk hatibû û 11 rojan domiyabû.

Li Bajarê Kevn ê Qudûsa Rojhilat a ku ji sala 1967’an ve di bin kontrola Îsraîlê de ye, alozî didome. Di hefteyên dawîn de Îsraîlê hinek êrişên xedar kir.

Ji 22’ê Adarê û vir ve li Îsraîlê çar êriş çêbû û 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de 22 kesên Filîstînî jî hatin kuştin.

Îsal meha Remezanê, pîrozbahiyên Paskalyayê ya Xirîstiyanan û Dîwarê Girînê a Cihûyan û Cejna Pesahê di heman demê de ne. Li gorî fikaran ji ber ku rojên her sê dînên yekxwedayî li hev rast hatine, dibe ku alozî zêde bibe.