Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvgera 24’an a çalakiya xwe ya fedayî de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hate bibîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Zîlan (Zeynep Kinaci) di 24’mîn salvegera şehadeta xwe de bi merasîmekê hate bibîranîn. Merasîma bîranînê li Navenda Çand û Hûnera Mexmûrê bi tevlîbûna bi sedan şêniyên wargehê hate lidarxistin.

Merasîmê bi deqeyek rêzgitinê hate destpêkirin. Piştre Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Sebrê Îşlek axivî.

Îşlek got: “Em ê bi ruhê Heval Zîlan, her qadê bikin cihê jiyanê û cihê têkoşîna jina azad. Em ê wek jin, bi ruhê Zîlanan her qadê ji dijmin re bikin cehenem. Bila dijmin bizane, ew çiqas bi ser me ve bê, hêza me hîn xûrtir dibe. Em tevahî Şehîdên Şoreşê bi bîr tînin û em soza bilindkirina têkoşîna Zîlanan didin.”

Di merasîma bîranînê de komên muzîkê yên ‘Koma Kulîlkên Rojê, Koma Şehîd Berçem, Koma Govendê a Şehîd Arîn û Koma Muzîkê a Tev-Çandê’ derketin ser dikê.

Piştî komên sitranan û koma govendê, nameya ku ji girtîgehê ji bo dayîkên Mexmûr hatî, hate xwendin û merasîma bîranînê ya Şehîd Zîlan bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Şehîd Zîlan bê mirine’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.