Li Mexmûrê Sara Goyî û Rûken Zelal hatin bîranîn

Li wargeha penaberan ya Şehîd Rustem Cudî-Mexmûrê, doh bi şev Şehîd Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal hatin bîranîn.

Şehîd Sara Tolhildan (Dilara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) di şeva 26’ê Îlonê de, li navçeya Mersîn Mezîtlî, li dijî zextên li zindanan, komkujî û êrişên bi çekên kîmyawî li dijî Gerîla, çalakiya fedayî kirin û şehîd bûn.

Merasim, bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê û Saziya Malbatên Şehîdan hate pêkanîn.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê Kajîn Ozek axivî û got; Em şopdarên pêşengên xwe ne. Riya pêşengên me, riya misogerkirina azadiyê ye.

Li ser navê malbata Şehîd Sara Tolhildan jî meta wê Cemîle Tong axivî û got;Şehîd ne tenê yê malbatekê ne. Ew gorbihiştiyên gelê xwe ne. Mirov li ser şehîdan çiqasî biaxive, gotin têrê nake, serê me bi şahadeta Şehîd Sara heta dawî bilinde.

Piştî axavtinan sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Sara û Rûken hate temaşe kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.