Li gundê Derîk ê navçeya Milazgir a Mûşê, 2 xwişkên biçûk winda bûn.

Li gorî agahiyan, li gundê Derîk ê navçeya Milazgir a Mûşê 2 xwişkên biçûk winda bûne. D.A. ya 5 salî û D.A. ya 3 salî doh êvarê saet di 19:00 de winda bûn û gundiyan dest bi lêgerînê kirin. Lê belê nehatin dîtin.

Jenderme û AFAD jî lêgerînê didomînin.