Li Navenda Çandî ya navçeya Xaneqînê ya ser bi Silêmaniyê Komîteya Jineolojî ya Başûrê Kurdistanê li ser mijara jineolojî semînerek da. Semîner ji aliyê nivîskar û rojnameger Necîbe Qeredaxî ve hate dayîn.

Necîbe Qeredaxî di serî de bal kişand li ser zanista jin (jineolojî) û got; “Qala rêgeza jin dikin, weke pêkhateyekî civakî, ji ber ku bi dirêjiya 5 hezar sal pênaseyekî şaş ji bo jinan hatiye kirin. Di mîtolojî, ol, felsefe û di zanista civakê de ev nêrîn û pênaseyên ji bo jinan hatine kirin, rastiya hebûna civakî ya jinê nîşan nade û bi şaş jin hatiye pênasekirin.

Qeredaxî bi bîr xist ku bi sed hezaran jin hatine qetil kirin û wiha domand; “Di sedsala 17’an de li Ewropa ji ber pênaseya şaş a jinan bi sed hezaran jin hatin qetil kirin. Ji ber ku ji bo jinan pênaseyekî şaş hatibû kirin. Weke fêlbaz û enfûsbaz hatibûn bipênasekirin. Lewma divê careke din pênase jin bi rêya jineolojî re vegere cewherê xwe. Zanista jin ne tenê zanistekî ji bo pênaseya jinê ye. Zanistekî ji bo pênaseya mêre jî. Nabe mêr û jin weke du pêkhateyên dijmin were destgirtin.”

Di dawiyê de jî beşdaran nêrîn û pirsên xwe li ser jineolojî anîn ziman.