Li Nîjerê di êrîşekê de 56 kes mirin.

Komeke çekdar girtin ser gundê Tchombangoû û Zaroûmdare ya nêzî sînorê Maliyê .

Wezîrê Karê Navxweyî Alkache Alhada jî ev êrîş piştrast kir.

Di êrîşê de herî kêm 56 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku leşker sewqî herêmê hatine kirin.