Li goristana Pirsûsê gora şehîdên komkujiya Pirsûsê Osman Çîçek, Kasim Deprem û şehîdê komkujiya Enqereyê Yilmaz Elmascan bûn hedefa êrîşekê

Osman Çîçek ê 22 salî û Kasim Deprem ê 23 salî ku di komkujiya Pirsûsê de ya li ber Navenda Çand û Hunera Amarayê jiyana xwe ji dest dan, her wiha Yilmaz Elmascan ê ku 10’ê Cotmeha 2016’an li Enqereyê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, li goristana Pirsûsê hatibûn veşartin. Duh bi şev kesên nasnameya wan nediyar êrîşî gorên wan kirin. 

Êrîşkaran kêlikên goran şkandin û zerer dane goran.