Meclîsa Jinê ya Binarê Qendîlê di çarçoveya pêngava 10’ê Cotmehê de bi pêşengiya Tevgera Jina Azad a Kurdistanê (RJAK) daxuyaniyek da.

Daxuyanî li gundê Aliye Reşe ji aliyê endama Meclîsa Jinê ya Binarê Qendîlê Kenar Huseyîn ve hate dayin.

Hate gotin, “Rêber Apo 25 sal in di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de ye. Nêzî 3 sal in agahî jê nayê wergirtin. Dewleta Tirk a faşîst nahêle ku malbat û parêzerên wî hevdîtinê pê re bikin.”

Di daxuyaniyê de işaret bi pêngava 10’ê Cotmehê hate kirin û hate gotin,

“Weke Meclîsa Jinê ya Binarê Qendîlê em tevlî vê kampanyayê dibin, em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî vê kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin.”