Ji bo bîranîna Helmet (Diyar Xerîb) li Binarê Qendîlê tûrnûvayeke futbolê dest pê kir.

Meclîsa Ciwanên Welatparêz yê Binarê Qendîlê di çarçoveya Seferberiya Heftanînê de ji bo bîranîna Helmet (Diyar Xerîb) tûrnûvaya futbolê li dar xist. Tûrnûvayê doh êvarê dest pê kir.

Ji tevahiya gundên Binarê Qendîlê 18 tîm tevlî tûrnûvayê dibin.

Beriya ku tûrnûva dest pê bike, bi navê Komîteya Amadekar Saman Kaska axivî û got, “Tûrnûva di nava şert û mercên zehmet de ji bo bîranîna Şehîd Helmet hatiye lidarxistin. Ev tûrnûva ji bo ciwanên Binarê Qendîlê girîng e. Ji hemû gundan tîm tevlî tûrnûvayê bûne.”

Piştî axaftina Saman, tûrnûva bi maça navbera tîmên Berkira û Lawanê Zorkan dest pê kir.

Di encamê de tîma Bergirka bi 7-6 li hemberî tîma Lawanê Zorkan bi ser ket.

Maça duyemîn jî di navbera tîmên Sterêkanî Qendîl û Halokanî Pişder de hate lîstin.

Ev maç jî bi encama 7-1 bi serketina tîma Halokanî Pişder qediya.

Tûrnûva dewam dike.