Li Îtalyayê jî dagirkeriya qeyûman hate protestokirin û belavok hate belavkirin.

Kurdistaniyên ku li Romayê dijîn a ku paytexta Îtalyayê ye, li hemberî dagirkirin û desteserkirina şaredariyên HDP’ê daketin kolanan.

Çalakî li Pîazza Venezîayê hate lidarxistin a ku herêmeke tûrîstîk a bajêr e. Di çalakiyê de dagirkeriya qeyyûman hate protestokirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin û belavok hate belavkirin.