Li gorî daxuyaniya ji aliyê Komîteya Lêpirsînê ve hate kirin, li zanîngeha li herêma Ûralê êrişeke çekdarî hate kirin.

Komîteya Lêpirsînê daxuyaniyek da û got, “20’ê Îlonê li yek ji avahiyên zanîngehê, xwendekarekî gule li derdorê reşand. Di encamê de 5 kes hatin kuştin, 6 kes jî birîndar bûn.”

Zanîngehê beriya niha daxuyaniyek dabû û gotibû, “Saet 11:00 de kesekî nasname nediyar kete kampusa zanîngeha Permê û gule reşand.”

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê diyar kir ku êrişkar hatiye girtin.