Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fîzîkî, li gelek girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê girtî di greva birçîbûnê ya dorveger de ne.

Li ser medyaya sanal ji bo piştgiriya çalakiya girtiyan bang hat kirin.

Li ser X’ê bi etîketa “#DirenişTecridiYenecek” parlementer, rêxistinên hiqûqê û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de gelek kesan wêneyên li ser “Bi hezaran girtî li dijî tecrîda Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne. Bibe dengê wan” nivîsandî, banga “Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Em dibin dengê wan. Tu jî bibe dengê wan” kirin.